--:--

Sazî

Sazî

MED Kentsel ve Sosyal Hizmetler A.Ş., li gorî vîzyona Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di her warê jiyana bajêr de, bi têgihiştineke ku berjewendiya giştî û feydeya civakî esas digire, çalakiyên xwe dimeşîne.

Derbarê me

Saziya me; bi nêzîkatiyek xizmetguzariyê ya mirov-navendî, domdar û berfireh, pêşî li karên ku ji bo bilindkirina kalîteya jiyana komên dezavantajî ne digire. Bi çavdêriya prensîbên şefafiyet, berpirsiyarî û beşdariyê; di nav hevkariyeke bihêz de bi şaredariya me re, bi hewildana pêşkêşkirina xizmeteke wekhev ji bo civaka ku hem di navenda bajêr û hem jî li gundan dijîn, bi biryardarî bi pêş ve diçe.

Mîsyona me

Hilberandina çareseriyên mekanên bajêr ên domdar, yên ku hestiyarê wekheviya zayendî ya civakî ne, rêz li xwezayê digirin, li ser enerjiya nûjenbar disekinin û bi nêzîkatiyên estetîk di xizmetên binesazî û serbaziyê de cûdahî û nirx diafirînin.

Vîzyona me

Bi projeyên ku li ser bingeha kar û hilberînê ne, wekî saziyeke pêşeng di asta herêmî, neteweyî û navneteweyî de, armanckirina serkeftina domdar di hilberîna xizmetên bajêr de.

Nirxên me

  • Wekheviya zayendî ya civakî
  • Dostê jîngehê û rêzgirtina li xwezayê
  • Balkişandina li ser enerjiya nûjenbar
  • Şefafî, berpirsiyarî û beşdarbûn
  • Xizmeta mirov-navendî û berfireh
  • Berjewendiya giştî û feydeya civakî

Lijneya Rêveberiyê

Endamên lijneya rêveberiya pargîdaniya me nas bikin.